Qurana Kurdî Bixwînin | Qurana Pîroz

Chapter 1 (Sura 1)
1; Bi navê Yezdanê Dilovan ê Dilovîn.
2; Çiqas pesindan û sipasî hene! Hemû ji bona Xuda yê cihanê ra ne.
3; Ê mihrîban î dilovan.
4; Xudanê roja xelat û celatê.
5; Em her te dihebînin û em tenê ji te alîkarî dixwazin.
6; Tu me bide ser rêya rastîn.
7; Rêya ên ku te qencî bi wan kiriye; ne ên xeşim li wan bûye û ne ên rê şaş kirine.

Pages ( 1 of 114 ): 1 23 ... 114Next »